Ermenistan Dibêje di Êrîşeke Azerbaycanê ya Ser Sînor de Leşkerekî Wê Hate Kuştin

Derbiderên Ermenî yên li nêzî Stepanakert li Qarabaxê )Arşîv)

Wezareta Derve ya Ermenistanê îro Duşemê ragihand ku leşkerekî wê di êrîşa hêzên Azerbaycanî ya ser herêma sînorî de hate kuştin.

Ermenistanê got ku tevî dawîhatina dewletoka li Qarabaxê, girjî û alozî didomin.

"Di 2'yê Cotmehê de, hêzên Azerbaycanî bi topan êrîş birin ser maşîneyeke Ermenistanê û leşkerek li alîyê Eremnistanê hate kuştin, du leşkerên din jî birîndar bûn," Wezareta Berevanî ya Ermenistanê ji ser Telegramê got.