Araqçî ji Tajani re Dibêje Îran Girjîya Herêmî Naxwaze

Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqçî ji hevtayê xwe yê Îtalî Antonio Tajani re got ku Îran hewila zêdekirina alozîyên Rojhilata Navîn nake.

Araqçî ji Tajani re got ku bersîva wê li hember kuştina serokê Hamasê li Tehranê wê zelal û biryarder be.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Îranê ku îro Duşemê Araqçî li ser telefonê ji hevtayê xwe yê Îtalî re gotîye ku Îran hewila zêdekirina alozîyan nake, lê ji wê natirse jî.

Îran bi kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh ya di 31’ê Tîrmehê de Îsraîlê tawanbar dike û Araqçî ew êrîş wek binpêkirina ewlekarî û serwerîya Îranê bi nav kiriye.

Îsraîl berpirsîya kuştina Hanîyeh li paytexta Îranê ne girtîye ser xwe, ne jî red kirîye.

Jêder: Reuters