Hilcivîna Arab û Ewrupiyan li Şaram El-Şêx Bidawî Tê

Arşîv

Serokê Misrê Abdulfatah El-Sîsî ji havîngeha Şaram el-Şêx berevnaî ji welatê xwe kir derbarê rexnên ewrupa liser binpêkirina mafên mirovan.

Sîsî da zanîn ku "Ewrupa derbarê parastina mafên mirovan nikare waneyan bide wan", ev reaksyona Sîsî piştî wê yekê hat ku rêxistinên mafên mirovan rexne li Misrê girt bûn li ser li sêdaredanên li wî welatî pêk tên.

Sîsî di prêsskonferansa bidawî hatina Hilcivîna Araban û Ewrupiyan de got "We pîvan û nirxên xwe yên exlaqî hene, em rêzê li wan digirîn, divê hûn jî rêzê li yên me bigirin".

Derbarê pirsekê li ser rewşa mafên mirovan li Misrê , Abdulfatah El-Sîsî got, karê pêşî yê welatên Ewrupa baştir kirina rewşa jiyana welatiyên xwe bicî bînin, lê li herêma me karê pêşî ewe "welatên xwe ji ketin û wêrankariyê rizgar bikîn".

Berpirsên Ewrupî nexwestin rexenyên raste rast li Misrê bikin jiber lisêdaredanên vê dawiyê li Misrê pêkhatine ku di asta herî zêde dabûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev du roj in, li havîngeha Şaram el-Şêx ya li ser derya Sor Hilcivîna dualî ya di navbera welatên Araban û welatên Ewrupa de pêkhat.