Dadgeha Bilind ya Amerîka li Pişt Biryara Qedxekirina Tivingên Nîvotomatîk Disekine

Tivinga êrîşkirinê AR-15

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka îro Duşemê red kir ku doza dijî biryara du eyaletan ya qedexekirina tivingên nîvotomatîk bibîne. Bi redkirina dadgehê, qanûnên qedexekirinê ya eyaletên Connecticut û New York li cîhê xwe dimînin.

Berevankarên sîlahan li hember qedexeya xwedîkirina sîlahan, serî Ii dadgeha qanûna bingehîn dabûn, lê dadgehê red kir ku wê serîledanê bibîne.

Piştî ku çekdarekî bi tivînga AR-15 êrîş biribû ser xwendingeheke li bajarê Newton û 20 şagirt û 6 perwerdekar kuştibûn, Connecticut û New York di sala 2012an de zagona qedexekitinê anîbûn.

Pştî tundîya zêdebûyş, heft eyelet û Washington, D.C. qanûnên qedexekirina sîlahên êrîşkar derbas kirin. Li gor qanûnên federalî kirîn û rakirina tivîngên otomatîk li her derê Amerîka qedexe ye.

Piştî êrîşa ser bareke gey’an li Orlando ku 50 kes tê de hatibûn kuştin, Gotûbêja ser mafên kirîn û rakirina sîlahan li Amerîka careke din germ bûye.