Senatorên Amerîkî ji Biryara Ragirtina Firotina Çekan ji Tirkîyê Kêfxweş In

Cîgirê Serokê Komîteya Veqetandina Diravî ya Civata Senatoran ya Amerîka (Appropriations Committee) Senator Patrick Leahy û endamê komîtê Chris Van Hollen bi daxuyanîyeke nivîskî, kêfxweşîya xwe ya ser biryara rêvebirîya Trump ya nefirotina çekan ji Tirkîyê re ragihand.

Senator Leahy û Senator Chris Van Hollen di 7'ê Îlonê de pêşnîyarek ji rêvebirî re amade kiribû ku firotina sîlahan ji parêzkarên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re qedexe bike.

“Divê ev firotina çekan ya ji parêzkarên Erdogan re, jiber karanîna tundî û tûjî, qet nehatiba erê kirin. Lê, çiqas dereng be jî, em biryara rêvebirî ya paşvekêşana firotina çekan ya piştî dengdana Civata Senatoran, bi germî pêşwazî dikin.”

Daxuyanî bi berdewamî got ku divê firotina çekan ji Polîsa Netewî ya Tirkîyê re were sekinandin, ku ew polîs bê sedemên rêwa hemwelatîyan desteser dike û reftarên xirab li ser xwepêşanderên aştîyane yên hevrika hikûmetê dimeşîne.