Kompanîya teknolojîyê ya Amerîkî, Apple ragihand ku wê hemî firotanên xwe yên li Rûsya rawestandine.
Apple bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ew jiber ‘’dagirkerîya Rûsya ya dijî Ukrayna’’ ketiye fikaran û ew ligel wan kesan disekine ku ji pevçûnan zarar dîtine.
Wê dîyar kir ku ew piştgirîya hewildanên alîkarîya mirovî dike û da zanîn ku ew bo kêşeya koçberan jî alîkarîyê dide.
Kompanîya teknolojîyê xizmetên wek Apple Pay jî rawestandin.
Li gor daxuyanîya Apple bo aplîkasyonên wek RT News, Sputnik, ku girêdayî dewleta Rûs in, dê li ser Apple Store destûra daxistinê neyê dayîn.