Kompanîya Apple Heta Adarê Tablekete Nû ya bi Hişberîya Çêkirî Derdixe

Malpera Bloombergê Newsê ragihand ku Apple amadekarî dike ku tableteke nû derxîne bazarê.

Li gor ragihandina Bloomberg News tableta nû ya li dîwêr montekirî dikare vîdyokonferansan bi rêve bibe, jibo gera li applîkasyonan hişberîya çêkirî (artificial intelligence) bi kar bîne û cîhazên din kontrol bike.

Çaverê ye tableta nû ya bi koda J490 meha Adarê were ragihandin.

Di vê tabletê de li ber e ku Apple hişberîya xwe ya çêkirî derxe pêş.

Danasîna tableta nû di vê demê de tê kirin ku Google, Nest Hubê û Amazon jî Echo Show û Echo Hubê pêşve dibe.

Bloomberg Newsê dîyar kir ku tableta dîwêr bi qasî du iPhone mezin e û dişibe iPadan û ekrana wê 6 înc anku 15 santîm e.

Li gor nûçeyê tableta nû serbixwe ye lê jibo hin karan pêdivîya wê bi iPhonekê heye.

Jêder: Reuters