AP: Pevçûnên li Dêrezorê Derfet Didin Jinûve Geşbûna DAIŞ'ê

AP’ê ragihand ku pevçûnên Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) û hêzên dijberî wê yên li rojhilata Sûrîyê metirsîyê çêdikin ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve geş bibe.

Li gor AP’ê ew pevçûn girjîya di navbera Kurdan û Ereban de gurtir dikin û rê li ber Serokomarê Surîyê Beşar Esad û hevbendên wê Rûsya û Îranê vedikin ku ew li wê herêma petrolê pêşve herin.

Amerîka, sala 2019’an piştî têkbirina DAIŞ’ê bi qasî 900 leşkerên xwe li rojhilata Sûrîyê bi cîh kiribûn.

Ew leşker bi HSD’ê re, ku şervanên Kurd rêberên wê ne, hevkarîyê dikin.

Rêvebirîyeke bi pêşengîya Kurdan piranîya axa li rojhilata Çemê Firatê bi rêve dibe û li hember çêm çekdarên bi piştgirîya Îranê û hêzên hikûmetê hene.

Pevçûnên li herêmê piştî HSD’ê, 27’ê Tebaxê fermandarê Konseya Leşkerî ya Dêrezorê Ahmed Xbeyl, ku bi navê Ebû Xewla tê nas kirin, girt gurtir bûn.

HSD dîyar dike ku Ehmed El Xebîl bi perexwerin û peywendîyên bi hikûmeta Şamê û çekdarên bi piştgirîya bi Îranê re tawanar dike.

Di navbera HSD û alîgirên Xebîl de pevçûn çêbûn û bi beşdarîya eşîretên Ereb pevçûn gurtur bûn.

AP dide zanîn ku di pevçûnan de bi kêmî ve 90 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Berdevkê HSD’ê Ferhad Şamî jî AP’ê re dîyar kir ku çekdarên ku çem derbaz kirine girêdayî Şamê ne û got ku şervanên Ereb yên xwecîhî beşdarî li şer nekirine.

Seroka Konseya Demokratîk ya Sûrîyê Îlham Ahmed jî ji X’ê dîyar kir ku Îran û rejîma Eadê dixwazin ku girjîyê wek encama pevçûnên etnîk yên Ereb û Kurdan bibînin.

Wê got ku armancan wan ew e ku hêzên Amerîkî neçar bihêlin ku ew ji herêmê derkevin.

Lêkolînerê payebilind yê Enstîtuya New Linesê Myles B. Caggins III dîyar kir ku pevçûn fersendê didin DAIŞ’ê ku jinûve geş bibe.

Pevçûn dikarin rê li ber Şam û Tehranê jî vekin ku ew ji Amerîkîyan bixwazin ku ji welêt biçin.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Faysal Mekdad demeke kin berî niha serdana Îranê kiribû û gotibû ku hêzên Amerîkî divê bêyî ku neçar bimînin ji welêt derkevin.

Enstîtuya Xebatên Şer, ku li Washingtonê navendeke ramanê ye, meha borî bi raporekê ragihand ku ser vekişîna hêzên Amerîkî, berjewendîyên hevbeş yên Îran, Rûsya û Sûrîyê hene.

Jêder: AP