Piştî îfadeya serokên sê zanîngehên navdar yên Amerîka li pêş Kongresê derbarê rêbazên zanîngehên wan hember zimanê tund û hestên dijî Cihûyan (Antîsemîtîzm), ev mijara ku cûdahîyên mezin li ser hene, dikeve qonaxeke bêtir hestîyar û metirsîdar.
Ji dema destpêbûna şerê Îsraîl û Hamasê li 7'ê Cotmehê û bêhêvîya gihîştina rêkeftineke din ya agirbestê û mezinbûna derdên mirovahî li Kerta Gazayê, tevgera Antîsemîtîzmê li seranserî cîhanê xurt bûye. Pê re jî tirsa ji Îslamê (Islamofobya) mezin dibe.
Christopher Wray, Rêvebirê Buroya Vekolînên Federak (FBI) li 31ê Cotmehê hişyarî da ku Antîsemîtîzm li Amerîka digihîje 'astên herî bilind yên dîrokê.' Wray li pêş paneleke Civata Senatoya Amerîkî got ku "60% ji hemî tawanên nefretê yên li ser bingeha olî Cihû kirine armanc."
Kombendîya Dijî Navzirandinê (ADL) di raporta xwe ya dawî de li 11'ê Berfanbarê de dibêje, "Di navbera 7'ê Cotmehê û 7'ê Berfanbarê de, ADL'ê bi tevahî 2,031 bûyerên Antîsemîtîzmê tomar kirine. Di heman heyamê de di sala 2022'an de 465 bûyer hebûn, anku 337% zêdebûn heye."
Ev mijar bi awayekî dîyar li zanîngehên Amerîkayê dikeve pêş çavan û dibe cihê xem û nîgeranîyan. Navendên sîyasî jî, ji Koşka Sipî bigire heta Kongresa Amerîkî û sazîyên medyayê gelek bi hişyarî ev mijar kirine xema xwe.
Di destpêka Mijdarê de, Kongresa Amerîkî projeya qanûnekê pesend kir, jibo birîna alîkarîya diravî ji ser zanîngeh û navendên perwerdeyê eger ew, “destûrê bide, hêsankarîyê bike yan piştevanîyê bide bangên nefretê li dijî Cihûyan,” li gora pênaseyên Hevbendîya Bîranîna Holokastê ya Navnetewî.
Mafê Xweparastinê Azadîya Axaftinê Binpê dike?
Elise Stefanik, seroka Kongreya Komarîyan ya Civata Nûnerên Kongresa Amerîkî, ji serokên zanîngehên Harvard, Pennsylvania û Enstîtuya Teknolojî ya Massachusetts (MIT) pirsî ka “heta çi radeyê gotara nefretê digihêje asta handana tundûtîjîyê, yan jî dema ku xwendekar yan mamoste wê gotarê peyrwe bikin yan banga jenosîda Cihûyan bikin, yasa û rêsayên zanîngehên wan dê çawa reftarê bi wan re bikin? Gelo ew çewsandin e yan herasamkirin e?”
Bersivên ne zelal yên rêberên wan zanîngehan ew rastî bertekan kirin. Liz Magill, seroka Zanîngeha Pennsylvania got ku “Eger arastekirî û dijwar be, giştî be, ew çewsandin e. Ew biryar li ser naverokê dimîne.”
Xanim Magill rastî bertekê hat û li jêr fişara Kongresê, Koşka Sipî û alîyên din dest ji kar berda.
Lê parêzvanên azadîya axaftinê berevanîyî li şêwazê bersivên serokên zanîngehan dikin û dibêjin divê sazîyên zanistî nekevin jêr bandor û fişarên sîyasetvan û sazîyên hikûmetê. Ew dibêjin guhertin – hemwarkirina yekê ya destûrê Amerîka "azadîya axaftinê diparêze her çend êrîşkar be jî.”
Ne tenê ev. Yekîtîya Mafên Sivîl ya Amerîkî (ACRU) dibêje, “sînorkirinên li ser axaftinê ji hêla zanîngeh û zanîngehan ve wekî sansûra hukûmetê ye, ku binpêkirina destûrê ye.” Ew berevanîyê li mafên wan xwendekaran dike ku ji derdên mirovahî yên xelkê Filîstînê tûre ne. Ew dibêje, wan maf heye durişma Hamasê “ji rûbar heya deryayê” biqîrînin.
Hefteyekê piştî rûniştin li pêş Kongresê, Harvard Corporation, Desteya Rêvebera Harvad biryar da ku Claudine Gay di posta xwe da wek seroka Harvard bimîne. Xaim Gay heman bersiva Xanim Magill dabû derbarê helwesta Harvard li hember bangên jenosîda Cihûyan. Wî gotibû ku “dibe ew li ser naverokê bimîne.” Helbet ev biryar piştî piştevanîya sedan akademisyên zanîngehê bû.
Tevgera Rêgirtina li Nefretê
Di piştevanîya Îsraîlê û dewleta Cihûyan de, gelek sîyasetavên Amerîka dibêjin, ne bes e yek bibêje kîna dijî Cihûyan xirab e, divê kiryar hember gotara nefretê hebin, jiber ku niha kes nikare çavê xwe ji rastîya ku Antîsemîtîzm ketîye nav civakê bigire.
Lê dema ku bang jibo ewlehîya sazîyên zanist û perwerdeyê bilind dibin, şopînerên civakî dibêjin jibo rêgirîyê li Antisemitism, hestên dijî Cihûyan û Islamophobia, tirsa ji Îslam û Musilamanan, hemû civak berpisyare.
Eger çi dema ku mijara gavên rêgirtinê li Antîsemîtîzmê dikeve rojevê, Komarîyên Kongresê û berbijêrên Komarî jibo hilbijartinên serokatîyê, hikûmeta Biden bi xemsarîyê tawanbar dikin. Lê hevdema lêpirsîna kongresa bi serokên sê zanîngehan re, Wezareta Perwerdehîyê lêkolîn li ser Antîsemîtîzm û Îslamofobya di dibistanên devereke wîlayeta Georgia û pênc zanîngehan de berfireh kir.
Wezareta perwerdeyê dibêje, vekolîn beşek e ji hewildana Rêvebirîya Biden ji bo rêgirîyê li "zêdebûna metirsîdar a Antîsemîtîzm û Îslamofobya" li seranserê welat, û cûreyên din yên ferq û cûdahî û çewsandinê li zanîngeh û dibistanên li seranserê welêt li gor benda 6 ya Qanûna Mafên Civîl ya 1964'an ku hemû rengên ferq û cudahîya ret dike.