Bi bersîva tund ya Îsraîlîyan hember êrîşên Hamasê li 7’ê Cotmehê, hestên nehezî û nefretê yê Ereb û Misilimanan li hember Cihûyan, ku bi navê Antîsemîtîzmê tê zanîn, careke din derket holê.
Bi heman şêweyê gûrbûna hestên dijî Misilmanan ku wekî Îslamofobya tê zanîn. Li çend bajarên mezin ên Amerîka û welatên din yên Rojavayî, xwepêşandanên dijî hev hatine kirin.
Peyamên kîn û nefretê ku ji her du alîyan derketin bûn sedem ku ajansên ewlekarîyê li bajarên mezin wekî New Yorkê haydar bin.
Xalid Mişel, Serokê Hamas ji 2004-2017, bang li cîhana Îslamî kir ku xwepêşandanan bikin. Hamas, ku di sala 1987’an de hat damezrandin, ji sala 2007’an Kerta Gazayê ve kontrol dike. Amerîka û çend welatên Rojavayî ji zû e wê rêxistinê wekî komeke terorîst dinasin. Hamas rizgarkirina erdê Filîstînê û tunekirina Îsraîlê kirîye armanca xwe û çend şerên giran jibo wê armancê bi Îsraîlê re kirine.
Heta niha û 10 rojan piştî êrîşên Hamasê, ji bilî çend bûyerên piçûk li ser perestgeh û navendên Cihûyan û şere devê xwepêşanderan, ti bûyerên bi tundûtûjî yên Antîsemîtîzmê li Amerîka neqewmîne.
Pênc rojan piştî êrîşa Hamasê, Serokê Amerîka Joe Biden jibo tekezkirina piştevanîyê li Îsraîlê gazî rêberên civaka Cihûyan kir û berhengarbûna Antîsemîtîzmê hişyarî da.
“Nefret qet bi yekcarî naçe; ew tenê jêr erd dibe heya ku hinek oksejîn jê re were dayîn,” Biden got.
Di civînekî de karbidestên mezin yên rêvebirîya Biden danûstandin kirin li ser çendîn mijarên girêdayî şerê Îsraîl – Hamas ji wana “berpirsîya Rêvebirîyê jibo parastina civakên Cihû ji bûyerên Antîsemîtîk di Amerîka de.”
Her çawa be, hestê dijî Cihûyên cîhanê û dewleta Îsraîlê ne bi tenê ji Ereb û Misilamana derdikeve û ne tenê li Amerîka heye. Li çend rojên piştî bersîva Îsraîlî ji êrîşa Îsraîlê re, çend rûdanên tûnd li dijî Cihûyan li Birîtanya û welatên din yên Ewrupa jî hatin ragihandin.
Hinek Cihû dibêjin ku bêtir ji 2,000 sal in ku ew dibin armanca çewisandin û tundîyê jiber bawerî û nasnameya wan. Lê, ew hestên kîn û nefretê giheşt asta herî bilind di salên 1930’an de û bi taybetî di kampeyna Nazîyan ya qirkirina Cihûyan de, ku bi navê Holokost tê zanîn.
Niha, hestên bi vê dîyardeya cîhanî bêtir li cem Ereb û Misilamanan dîyar dibe û her carekê şer di navbera Îsraîl û Filîstînî yan komên Îslamî de derkeve holê.
Berî şerê dawî yê Îsraîl û Hamasê, karbidestên Amerîkî tirsa xwe ji bilindbûna pêla nefretê li hember Cihûyan qet venedişart. Piştî êrîşê jî û di civîna digel rêberên civaka Cihûyan de Doug Emhoff, ku bi xwe Cihû ye û hevjînê Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris e got ku ew di nava trs de dijîn.
“Gelek ji me hest bi tirseke mezin dikin ku ev êrîş dê bi bin sedema zêdebûna nefret û Antîsemîtîzmê, û mixabin bûne.”
Di dema ragihandina Stratejîya Niştimanîya Amerîka jibo Nehiştina Antîsemîtîzmê li Gulana 2023’an de Serok Biden got ku divê ew rastîya bilindbûna Antîsemîtîzmê, hem li navxwe û hem jî li derve, nas bikin.
Armanca wê stratejîya rêvebirîya Biden hevkarîya têkraya ajansên hikûmetê ye digel pêkhatên cûda yên civaka Amerîkî bi mebesta binbirkirina nehezîyê ye. Helbet ne bi tenê nehiştina Antîsemîtîzmê, belku Îslamofobya û hemû rengên ferq û cûdahîyê jî.
Jiber wê, bi heman şêweyê şermezarkirina Antîsemîtîzmê, Biden Îslamofobya jî nefret kir wek karvedan hember kuştina zarokekî 6 salî yê Misilmanê Amerîkî ku bi esil Filîstînî li bajarê Chicago heftîyekê piştî êrîşa Hamas. Biden got, "Weke gelê Amerîkî, divê em bi hevre Îslamofobyayê û hemû cûreyên kîn û nefretê red bikin."
Ligel tirsa xurtbûna vê pêla kîn ê nefretê, rêxistinên mafên medenî dibêjin ku medyaya dîjîtal di azirandina hestên nehez de niha roleke xirab dilîze Wan gazî şirket û sazîyên teknolojîyê û medyaya civakî kir ku di cihanîna şertên karûbarê xwe de, karê baştir bikin û rê li wan peyaman bigirin ku naveroka wan nefret û nehezî ye.
Her kes hêvî dike ku serdana serok Biden ya Îsraîlê re û civînên wî bi çend rêberên welatên Ereb re dê alîkarîya kêmkirina derdê mirovanîyê xelkê Gazayê bike û bi gotina xwe “hemû Filîstînî ne Hamas in” bike rastî bi hêvîya ku pêlên Antîsemîtîzm û Îslamofobyayê lawaz bin.