Anketên Piştî Hilbijartinê Nîşan Didin ku Partîya Boris Johnson bi Ser Dikeve

Anketên sindoqan dîyar dikin ku Partîya Konservatîf ya bi pêşengîya Boris Johnson, di hilbijartina pêşwext ya Brîtanya de bi ser ketiye.

Li gor anketan Partîya Konservatîf 368 kursîyan bi dest dixe û dikare hikûmetê bi serê xwe ava bike.

Partîya Karkeran, ku rikeberîya sereke ya Brîtanya ye, 190 kursîyan bi dest dixe.

Li Brîtanya, partîyeke ku li herêmekê bi ser dikeve, wek ku hemî dengên li wê herêmê sitandine, tê hesibandin.

Di Civata Jêrîn ya Brîtanya de 650 kursî hene û partîya ku 326 kursîyan bi dest dixe, dikare bi tenê hikûmetê ava bike.