Li Enqerê Çalakîyên Dijî Danîna Qayumê Zêde Dibin

Qayumê ku li ser Şaredarîya Colemêrgê hate danîn li Enqerê her roj bi çalakî û daxuyanîyan têne protesto kirin.

Hevserokê Bajarê Enqerê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Fatîn Kanat li dijî danîna qayum û cezakirina Bajarvanê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bertek nîşan da û got ku heta ev neheqî ji holê rabe ewê çalakîyên xwe bidomînin.

“Ev cezayên ku bi lez û bez hatin dayîn ji xwe dîyar dike ku bi talîmata desthilatîyê pêk hatîye. Deh sal dosya rawestandin û ana jî xistin merîyetê, eva jî neheqîyeke mezine li ser Kurdan. Wek DEm Partî, heta ku ev neheqî ji holê were rakirin, emê li bajarê Enqerê çalakîyên xwe bidomînin.”

Kanat bal dikşîne ser zagonê Tirkîyê û dibêje ku erkdarkirina qayuman jî ne li gor zagonê hatiye kirin.

“Li gor qanûnên Tirkîyê em bêjin heke serokê şaredarîyê ji erkê were dûrxistin jî, pêdivî ye ku ji nav kesên ku hatine hilbijartin were dîyar kirin. Lê ew çi dikin yekser erkdarên dewletê ango yê ku nehatîye hilbijartin qayum datînin. Ev yek ne li gor zagonê ne jî li gor mafên hilbijartinê ye.”

Gelek sîyasetvan û pispor jî danîna qayuman rexne dikin û dibêjin ku ew zerarê dide hiqûq û siberoja Tirkîyê.

Sîyasetvan Nurettîn Sonmez di biryara danîna qayuman de bal dikşîne ser îhtîmala provakasyonan.

“Divê Kurd di biryara danîna qayuman de haydar bin. Desthilatî dixwaze ku di nav Kurdan de raperîneke çêke û li ser vî sîyaseteke damezirîne û girseya xwe jî konsolîde bike. Di sala 2015’an, ango dema xendekan de, çi pêk hat dixwaze DEM Partî vekişîne wê hawirdorê ku provakasyonên mezin bike û lawazbûna xwe car din xurt bike.”

Mele Zekî Korkmaz ji dibêje ku ti Kurdek danîna van qayuman napejirîne.

“Ev sed sal in zêdetir e ku Tirkîyê hiqûqek damezirandîye, lê ji damezirînê heta niha jî li ber egera Kurdan ev hiqûq hatîye binpê kirin. Îro jî em vê li Colemêrgê dibînin. Hilbijartinên 31’ê Adarê li gor qanûna wan pêk hat. Lê aniha ew bi xwe vê qanûnê binpê dikin. Cîyê vê neheqîyê ne di na olê de û ne jî di nav hiqûqê de heye.”

Hêjayî dîyarkirinê ku li Tirkîyê qayumên li ser Kurdan êdî bi rengekî rûtîn derdikeve pêş.

Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de HDP/DEM Partî li 3 bajarê mezin, 5 bajar, 50 bajarok û 11 nahîyan serketî bûbû. Lê, cara yekê di 19’ê Gelawêja 2019’an de danîna qayuman destpê kiribû û li ser 48 şaredarîyên HDP/DEM Partî qayum hatibûn erkdar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_06_07_2024_DEM_Qayum