Fermandarîya Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê çekdar yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi eşkereyî berpisyarîya xwe hember êrîşa ser avahîya wezareta karûbarên hindurîn ya Tirkîyê li Enqerê ragihand.
Daxuyanîya HPG’ê dibêje, ew karekî tîmeke wan ya ser bi “fîdakarên Betalyona Nemiran bû,” wek toleya kuştina endamên wê.
Berçavxistina rastîya ku êrîşa Enqerê ya roja 1’ê Cotmehê bû, roja vekirina parlamana nû ku serok Recep Teyyip Erdogan lê amade dibû û li ser avahîya Wezareta Karûbarên Hindurîn bû ku li beramber avahîya parlemanê bû. Ev yek peyameke bi dengê bilind bû.
Peyam bû jibo dewleta Tirkîyê û serok Erdogan ku ew dikarin bigehin cîhê ew bixwazin, li dema ew bixwazin û li dijî kesê ew bixwazin. Lê bersiva du pirsên mezin hevsengan diguhere:
- Gelo encama şandina vê peyamê dê karîgertir be jibersiva tund a çaverêkirî ji dewletê?
- Gelo HPG yan her rêxistineke din jêr sîwana Tevgera Azadîya Kurdistanê, dê karibe berdewamîyê bi van renge karan bide û alozîyên ewlekarîyê di bajaran de dirust bike?
Peyam gihişt lê çawa hat xwendin?
Remzî Kartal, Hevserokê Kongra Gel, Meclisa Pergala Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dibêje, li Tirkîyê “her tişt di destê esker de ye û Erdogan dewlet teslîmî esker kiriye.” Esker jî propaganda dike û dibêje ew bihêz e, jiber vê divê her kes êrîşa Enqerê wisa şirove bike ku “peyameke jibo hemû dunyayê ku propagandaya dewleta Tirkîyê derew e – valaye.”
Ji yekem roja teqîna Enqerê heta niha ve, artêşa Tirkîyê bi dron û firokên ceng dehan êrîş ser çend armancan li Herêma Kurdistana Îraqê û herêmê Kurdan di Bakurê Sûrîyê pêk anîne. Çavdêr pêşbînîya berdewamîya van renge êrîşên Tirkîyê heta demeke dirêj dikin.
Di daxuyanîya HPGê hate gotin ku “Ger rejîma AKP/MHP’ê dest ji tawanên xwe yên jenosîdê û faşîst bernede, wê çalakîyên rewa yên di wateya edaleta şoreşgerî de bidomin.”
Lê Alî Kemal Ozcan, Profesorê Sosyolojî li Zanîngeha Mûnzûr li Dêrsimê dibêje, “bi tenê desthilata sîyasî ji şiddetê qezenc dike bi destxistina piştevanîya nijadperistan. Her êrîşek, her kuştinek, her guleyek li Tirkîyê rêka Îmralê digire.”
PKK dibêje ku ger dewlet hebûna gelê Kurd qebûl bike, ew amade ye bi sîyaset û dîyalogê pirsan çareser bike, lê dewlet dibêje, pirsa Kurd tune ye û li Tirkîyê pirsa terorê heye.
Remzî Kartal di vî warî de dibêje, “dewleta Tirkîyê dixwaze mesela Kurd bi çek û zorê têk bibe“ û ev bersiv bû ji peyama aştîyê ya Ocalan re, dema got “eger hûn çareserîyê qebûl bikin, ezê di hefteyekê de çareser bikim.”
Divê şerê serdemê Dronan çawa be?
Alîyên ku rewatîyê didin karên çekdarî di nav Tirkîyê de, dibêjin ku ew bersiva lojîk e ji sîyaseta tund ya Enqerê re li hember Kurdan. Kartal dibêje, “jibo dewleta Tirkîyê sîyaseta xwe biguhere, yek rê heye: pêwîst e gelê Kurd têkoşînê bike. Dewlet çi sîyasetê bimeşîne, pêwîst e gelê Kurd jî bi hemû awayan xwe biparêze. HPG maf heye çalakîyên xwe li dijî dewletê pêk bîne.”
Dr. Cebar Qadir, taybetmendê dîrok û sîyasetên Tirkîyê, dibêje, gelek wiha li jêr fişarê be, xelkê wê were kuştin “bê guman dê hizra hinek kiryaran bike renge bi dilê çi alîyan nebe.“ Lê ew bawer dike ku eger çi karê xwekujî yê li Enqerê li cîhekî girîng û gelek ewle bû lê, “bê encam bû, zîyana wê bêtir bû.” Dr. Qadir ji Dengê Amerîka re got ku bi van renge êrîşan “Dewleta Tirkîyê nayê rûxandin.”
Çend sal in artêşa Tirkîyê giranîya şerê xwe, li dijî PKK û komên girêdayî wê, danîye ser êrîşên bi firoke û dronan. Kes jî nikare karîgeyia wan ji rûyê girtina armanc û zîyana wan, kêm bike. Jiber vê rastîyê Dr. Cabar dibêje, “divêt ew rêkxirawên şerê çekdarî dikin bi şêwazê berî dironan û teknolojîya nû, hizir nekin, divê ew sitratîjîya xwe bigûherin. “ karekî weka teqîna Anqerê “çi ji hevsengîyan nagûhere.”
Ocalan: behane yan armanc?
Pêvajoyên çareserîya doza Kurdan bi rêkên sîyasî û got û bêjan li Tirkîyê ser negirtine. Piştî dû salan ji pêvajoya aştîyê ya bi destpêşxerîya rêberê zîndankirî yê PKKê Abdullah Ocalan ya 2013ê, hikûmeta Tirkîyê qanûnek nû ya dijî tîrorê derxist û li gor wê operasyonên dijî Kurdan germ û gûrkirin.
Berî çar salan jî Ocalan bangewazek nû ya aştîyê da. Li dema serdana wî li Îmralîyê, Prof. Ozcan nameya Ocalan ya Aştîyê li roja Newrozê gihand gel. Bi gotina birêz Ozcan, Ocalan gotibû, “şiddetê menfeat nîne. Hikûmet jê qezenc dike. Bila çek rawestin, bêdeng bin, bila sîyaset xeber bide.” jiber wê Prof. Ozcan bawer dike ku êrîşa Enqerê “ne karek objektîv bû, ew dujminatîya Ocalan bû.” Peyama kesên ew kar encam dayî “tê wê watayê - bila Ocalan di hindur de bimire.” anko ew dixwaze bêje, rêkxistîyên jêr sîbera PKK bi gotina rêberê xwe nakin û “operasyonên bi bomban û êrîşan ne sîyaset û polîtîka Ocalan e.”
Lê, xwendina Remzî Kartal ji peyam û destpêşxerîyên Ocalan yên aştîyê re cûda ye. ew dibêje, “gotina Ocalan ji dewletê re ye ne ji PKKê re ye. Dewlet çareserîyê naxwaze. Ocalan ji dewletê re dibêje, mesela Kurd bi çek çareser nabe û çi qasî dirêj be ji dewletê û gelên Tirkîyê re xirab e. Eger hûn çareserîyê qebûl bikin, ezê di heftîyekê de çaerseser bikim.“
Li gora sîysetvanên Kurd, çareserî ew e ku dewlet rêka sîyasetê li pêş Kurdan veke û hebûn û mafê gelê Kurd nas bike. Li wê demê Kartal dibêje, “pêwîstîya karên çekdarî namîne.”
Eger bi gotina rasterast jî nebe, lê di deh salên borî de, hikûmeta Erdogan bi peyamên Ocalan yên aştîyê kêfxweş dibû. Lê ku ev du sal û nîv in çi salox ji Îmralîyê derneketine û hilanîna tecrîda li ser Ocalan daxwaza yekê ya piştevanên wî ye, peyameke ku êdî pêdivî bi wî ne maye yan jî AKP naxwaze nîşan bide ku hîn peyamên wî yên ji zindanê hêza xwe heye.