Li Amûdê Peqînek Çêbû, Kuştî û Birîndar Hene

Îro danê êvarê berîya demeke kurt li taxa El-Mesaken ya rojhilata bajarê Amûdê hate armanc girtin û di encamê de 1 kes hate kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahîyan ciwanekî bi navê Hanî Xelef hat kuştin û jineke bi navê Terfa Çûlî ya 74 salî birîndar bû.

Morivekî birîndar, ku navê wî nehat zanîn, jiber rewşa wî ya giran ji Qamişlo re hat veguhestin.

Heta dema amadekirina vê nûçê nehat piştrast kirin ku sedema teqînê çi ye jiber ku hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Lê, kanala Ronahî ya nêzîkî Rêverbirîya Xweser got ku teqîn di encma roketeke ji alîyê dronek Tirkîyê ve hat avêtin de pêk hat.

Di cîhê armancgirtinê de jî zîyan gihêşt mal û milkên sivîlan û tora kehrebeyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di demên dawî de êrîşên dronî û peqîn li herêma Cizirê zêde bûne.

Rêvebirîya Xweser di daxuyanîyekê de Enqere tawanbar kir û got ku êrîşên Tirkîyê wê herêmê ber bi şerekî berfireh ve bibe.