Treneke rêwîyan îro Duşemê li istana Washington ya bakurê rojavayê Amerîka ji hesinrê derket û hinek besên wê ketin nav otobaneke mezin.
Karbidestên xwecîhî ragihand ku jimareke kes di bûyerê de hatine kuştin.
Kompanya Amtrak ragihand ku trena bi jimare 501 ji bajarê Seattle ya Washingtonê diçû bajarê Portland ya Oregonê.
"Tîmên hawarçûnê li cîhê bûyerê ne û rêvebirîya Amtrakê bi rûdanê re mijûl e," Amtrak di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand.