Amnesty International îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di encama wêneyên satelaytî, vîdyo, foto û daxuyanîyên ku ji alîyê wê de civandin, nîşan daye ku sîvîl hatine neçar kirin ku cîh û warên xwe li Tuz Xurmatû bihêlin û birevin.
Amnesty dide zanîn ku di şerê navbera hêzên Îraqî û pêşmergeyan de, di 16'ê Cotmehê de herî kêm 11 sîvîl hatine kuştin, bi sedan xanî û dîkan hatine talan kirin û şewitandin.
Amnesty dîyar dike ku xuya bû ku ew êrîş li taxên Kurdan li Tuz Xurmatû pêk hatine û Kurd bi mebest hatine armanc kirin.
“Di nav çend seetan de jîyana gelek zarok, jin û mêran li Tuz Xurmartû hatine wêran kirin. Bi hezaran kes xanî, firoşgeh û hemî tiştên xwe hinda kirin û niha li kamp, gund û bajarokên derdorê dimînin û li bendê ne ku kengî bikaribin vegerin malên xwe,” dîrektora lêkolêna Rojhilata Navîn ya wê rêxistinê, Lynn Maalouf got.
Wê ji hikûmeta Îraqê xwest ku soza xwe cîh bîne û rê nede êrîşên hember sîvîlan û kesên berpirs ceza bike.
“Divê hikûmeta Îraqê dest bi kiryaran bike û bi awayekî bêalî lêpirsîna bûyeran bike û kesên berpirsên tundî û tûjî bîne pêş dadgehê,” Maalouf bang li Bexda kir.