Rexistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) îro Çarşemê derbarê mafê giheştina vaksînên COVID-19 li seranserî cîhanê raportek weşand.
Amnesty kompanîyên serekî li cîhanê yên çêkirina dermanan yên bi peydakirina "krîzeke bêhempa ya mafên mirov" tawanbar kir, jiber ku wan nikariye têra xwe vaksînên COVID-19 jibo welatên herî hejar yên cîhanê dabîn bike.
Rêxistina mafên mirov di raporta xwe de got ku AstraZeneca, Johnson & Johnson, Moderna, Novavax û Pfizer-BioNTech "berpirsîyên xwe yên mafên mirov bicîh nekirine," bi redkirina beşdarbûna bernameyên cîhanî yên parvekirina vaksînan û bi parvenekirina teknolojîya vaksînlêdanê û radestnekirina mafên xwe yên rewşenbîrî.
Amnesty da zanîn ku tenê ji sedî 0.3 ji 5.76 mîlyar dozên vaksînên COVID-19 ku li çar alîyê cîhanê hatine belav kirin, çûye welatên hejar û ji sedî 79 çûye welatên dewlemend.
Rexistinê herwiha got ku ev newekhevîya "sîstemên saxlemîyê yên lawaz pirtir xirab dike ber û her hefte dibe sedema bi deh hezaran mirinên pêşîlêgirtî ," bi taybet li hin heremên Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayê.
Amnesty destnîşan dike ku tenê Pfizer-BioNTech û Moderna ewê heya dawîya 2022'an 130 mîlyar dolar qezenc bikin.
Sekretera Giştî yê Amnesty Agnès Callamard got ku "qezenc divê tucarî nekeve pêşîya jiyanê."
Amnesty bang li hikûmet û kompanîyên dermanan kir ku demûdest 2 mîlyar dozên vaksînên COVID-19 radestî welatên hejar bikin da ku armanca Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ya vaksînlêdana ji sedî 40 ji nifûsa van welatan heya dawîya salê, pêk were.
Hilcivîna COVID
Raporta Amensty, berîya Hilcivîna COVID ya onlaynî ya bi rêberîya serokê Amerîkî Joe Biden li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vê hefteyê were lidar xistin, hate weşandin.
Tê çaverê kirin ku Biden armanca vaksînlêdana cîhanî wek ji % 70 ragihîne, tevî kirîna 500 mîlyon dozên din yên vaksîna Pfizer ya du bi du dozan ku bexşînên giştî yên Amerîkayê bike zêdeyî 1.1 mîlyar dozan.
Ji alîyê din ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê li ser Twitterê derbarê vê mijarê peyameke ragihand.
"Amerîka bi biryar e ku COVID-19 têk bibe. Îro Amerîka hejmara me ya vaksînên bexşandî yên cîhanî ji 1.1 mîlyar dozan zêdetir dike. Jibo her dozeke ku me heya îro pêşkeşî Amerîkîyan kiriye, em sê dozan li çar alîyê cîhanê dibexşînin, " Blinken got.
Xizanîya Giran
Sazîya Banka Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB) dibêje jiber pandemîyê sala borî nêzîkî 80 mîlyon mirovên li welatên pêşketî yên Asyayê ketine nav xizanîyeke giran.
Di raporta ku ADB'yê roja Sêşemê weşand de tê gotin ku leza mezinbûna aborîyên pêşketî yên herêmê ewê di 2021'an de ji ya ku tê pêşbînînî kirin, hêdîtir bibe; jiber dirêjbûna dema pandemîya COVID-19 û leza hêdî ya hewildanên vaksînêdanan.
ADB pêşbîn dike ku aborîyên Asyaya Başûr vê salê tenê ji sedî 3.1 mezin bibin, ku ew jî daketinek e ji rêjeya ji sedî 4.4 ya ku di Nîsana borî de hatîbû hesibandin.