Amnesty ji Rejîma Sûrî Dixwaze Dorpêçkirina Bakurê Helebê Rake

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ji rejîma Sûrî xwest ku dorpêça ser deverên bakurê Helebê, ku bi piranî sivîlên Kurd li wirê dijîn, rake.

Amnesty di raporta nû ya roja Sêşemê de dîyar kir ku rejîma Sûrî 50 gundên herêma Şehba, herwiha her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên Kurdan li Helebê, dorpêç kirine.

“Hikûmeta Sûrî dever dorpêç kiriye. Bi dehan hezaran kesên ku piranîya wan derbiderên Efrînî ne, di peydakirina şewit û alîkarîyan de astengîyan dibînin loma şênî jibo gerimkirinê alav û bermahîyan dişewitînin. Herwiha, pêdivîyên saxlemîyê jî hindik mane”.

Berpirsa saxlemîyê li penageha Şehba Elîya Mihemed got ku çembera rejîmê li ser van deveran encamên xirab li ser tendirustîya gel hiştine.

“Metirsîyên tendirustî hene ku dorpêç hîn bidome, karê nexweşxaneyê wê bisekine, şîrê zarokan û derman wê bi tamamî qut bibin, bi taybetî dermanên nexweşîyên giran”.

Raporta Amnesty herwiha bal kişand ku dorpêçkirina rejîma Sûrî ji her du taxên Kurdan li Helebê û penageha Şehba, sala par demkî dewam kiriye û ji meha Tebaxê vir ve girantir bûye ku ew hemdema nêzîkbûna navbera Enqere û Şamê ye.

“Tiştekî xeter e ku desthilata Sûrî jibo mebestên sîyasî pêdivîyên serekî li ser bi dehan hezar kesan li Helebê qut kirine, loma sivîl di nava tirs û perîşanî de mane û careke din berdela pirsgirêkan didin.”

Hiqûqzan Alaadîn Xalid derbara armancên rejîma Sûrî de ji vê dorpêçkirinê got ku hikûmeta Şamê dixwaze givaşan li ser derbiderên Efrînê bike ku dest ji Şehba berdin û ji Efrînê dûr bikevin, herwiha fişarê li Rêvebirîya Xweser bike ku Tirkîyê razî bike.

Amnesty International ji rejîma Sûrî xwest ku jibo dawîkirina vê alozîya mirovî tedbîrên hewce bistîne û bê merc rê bide pêdivîyên jîyanî derbaz deverên dorpêçkirî bibin.

“Ev ne tenê erkeke axlaqî, lê erkeke qanûnî ye jî û li gor qanûna navnetewî divê hikûmeta Sûrî xwarin, derman û pêdivîyên din yên welatîyên xwe peyda bike”.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_01_26_2022_Amnesty_Afrin