Wezîrê Berevaniya Îranê Serdana Sûriyê Dike

wezîrê Berevaniya Îranê Emîr Hatimî

Wezîrê berevaniya Îranê îro Yekşemê gihîşte Sûriyê ji bo axaftinên li dor bihêzkirina hevrêziyê û pêşbîne li gel serok Beşar Esed kom bibe, li gor medya dewletê.

Wezîr Emîr Hatimî got ew hêvî dike ku Îran “roleke berhemdar”di nûavakirina Sûriyê de bilîze, li gor Press TV ya Îranî.

Ajnansa nîv fermî ya nûçeyan Fars ragihand ku pêşbîne herdû alî rêkeftineka hevrêziya leşkerî û berevaniyê îmze bikin.

Tê zanîn, Îsraîl xemên xwe derdibire li dor hebûna Îranê li Sûriyê û wê wek metirsî li ser sînorê dewleta Cihû dibîne.

Îranê di şerê Sûriyê yê navxweyî de, piştgiriyeke mezin ji rêjîma Beşar Esed re pêşkêş kir, di nav dejî şandina bi hezaran çekdar ji bo bihêzkirina artêşa Sûriyê li dijî gurûpên opozisyonê.