Piştî Vekişîna ji Afganîstanê, Amerîka û Pakistan Bo Jinûve Avakirina Bawerîyê Dixebitin

Wezîrê karên derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureşî û yê Amerîka Antony Blinken (Arşîv)

Karbidestên berê yên Amerîkî dibêjin, vekişîna hêzên hevpeymanîya Amerîkî ji Afganistanê, rewşa siyasî ya peywendîyên Amerîka û Pakistanê guhertiye, ku Washington ewê ser çalakîyên dijî terorêde kêmtir pişta xwe

Di hevpeyvîneke vê dawiyê de ligel Pişka Urdu ya Dengê Amerîka, wezîrê berevanîyê yê berê yê Amerîka Leon Panetta got ku peywendîya Amerîka û Pakistanê hertim tevlîhev bû.

"Mê hewl dida ku têkilîyeke hevkarî yê bi wan re (Pakistanê) ava bikin bi taybet dema ku el-Qaîde li heremên eşîrî yên Pakistanê bi cîh bû," Panetta got.

Panetta behsa dema xwe ya wek berpirsê CIA'yê xebitîbû , di rêvebirîya serokê berê Barack Obama de, kir.

"Gava ku me ew agahdar kirin, gava ku me bi wan re kar kir, wan hin hevkarî bo me nîşan dan," Panetta got.

Lê, Panetta dîyar kir ku hevdem Pakistan bo bandora hemberî Hindistanê, bi komên terorîst re têkilîyên xwe, didomîne û pir nêzî Talîban û tora Heqanî ye – komên ku Amerîka wek terorîst dihesibîne – ev jî di avakirina bawerîya di navbera her du welatan de bi rengekî neyînî bandor dike.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Pakistanê Moeed Yusuf daxuyanîyên Panetta qebûl nekir û got ku ku Waşîngton û Îslamabad di nava diyalogeke erênî de ne.

Yusuf wek nimûne serdana Cîgira wezîrê karên derve ya Amerîka Wendy Sherman bo Pakistanê, destnîşan kir.

"Hinek bêbawerî heye ku divê her du alî jî çareser bikin, û em hewl didin wê yekê bikin, û ev jî sedem e ku ew (Şerman) hat Pakistanê," Yusuf ji Dênge Amerîka re got.

Wî da zanîn ku "her du welat bi şêwazek hevrêzî pêşve diçin, û krîzeke mezin tuneye."