Li Amerîkayê jibo ku penaberên ji Afganistanê bikaribin ji welêt derkevin, ji hêla Amerîkîyan ve kempeyneke bexşandina mîlan yan jî dayîna heqê rewîtîya bi balafiran, dest pê kir.
Damezranerên kempenyê dibêjin bo penaberên Afganî di du mehan de, peydakirina zêdeyî 40.000 biletên firînan, tê armanc kirin.
Hevdem, ew didin zanîn ku heya niha nêzî 3.200 biletên firînên bi mîlên bexşkirî penaberên Afganî ji bingehên leşkerî yên Amerîkî li seren serê Amerîkayê hatine veguhestin.
Nîvê bexşandinan ji hêla kompanîyên rewîtîya esmanî ve hatiye kirin, bi piranî bilêtên rewîtîyê peyda kirine.
Hin ji wan kompanîyan bi hikûmete Amerîka re peyman çekirine û penaberên Afganî ji bingehên leşkerî yên derveyî Amerîkayê bi rengekî bêperê difirînin welêt.
Kempenya ji hêla Miles4Migrants ve hate destpêkirin, komeke ku di 2016'an de hatiye damezrandin û milên bexşkirî û xelatên qerta krediyê ji bo alîkarîya penaberan bikar tîne.
Komê ji bo penaberên ku di meha Tebaxê de ji Afganistanê reviyan, piştgirî dît, dema ku Amerîka ji wir vekişîya û welat radestî Talîbanê kir, û her wiha bo alîkarîyê bi sazîyên din yên nefermî re dest bi axaftinê kir.