Qesra Sipî ji Rûsya Dixwaze Alozîya bi Ukrayna re Kêm Bike

Qesra Sipî

Qesra Sipî îro Înê bang li Rûsyayê kir ku alozîya bi Ukraynayê re kêm bike.

Qesra Sipî bi berdewamî got ku fîkarên wê yên derbarê kiryarên leşkerî yên Moskowê berdewam dike.

Rêvebirîya Amerîkî hefteya borî, di dema seredana Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy de ragihandibû ku ew piştgirîya serwerîya Ukrayna û yekgirtina axa wê dike.

Ukrayna û Rûsya di peyvajoyeke kêşebar de derbaz dikin û Moskowê di demên dawîyê de hêzên xwe li ser tixubê Ukraynî zêde kirine.