Çavê Amerîka û Cîhanê Ser Encamên 5-6 Eyaletan E

Hilbijartinên seroktîya Amerîka

Hilbijartinên seroktîya Amerîka roja Sêşemê 3'ê Mijdarê de pêk hat.

Hilbijêrên Amerîkî dengên xwe bikar anîn da ku serokê nû hilbijêrin,

lê encam hîn jî ne dîyar in jiber ku jimartina dengan li çend eyaletan û li eyaletên biryarder berdevam dike.

Rojnamevanê Dengê Amerîka û analistê sîyasetê Mutlu Çîvîroglu rewşa herî dawî ya hilbijartinên seroktîya Amerîka, pêşbînîyên bo encaman û nîqaşên niha ku didomin di hevpeyvîna bi Dengê Amerîka de nirxand û şîrove kir.

Çîvîroglu ragihand ku li Amerîka dema jimartina dengan jiber çend sedeman pirtir direj e, jiber ku sîstema dengdanên welat cûda ye.

“ Li Amerîka çend rêkên dengdanê hene. Dengdana pêşdem, dengdana bi rêka postayê- şandina bi nameyan û dengdana kesane ya li navendên dengdanê. Îsal, jiber pandemîya vîrusa korona û banga Demokratan rêjeya dengdana bi postayê gelek bilind bû ku Komarî rexne dikirin. Dengên ku bi her yek şêwazê tê bikar anîn cuda cuda tê berhev kirin û jimartin û piştre encamên wê eyaletê tê dîyar kirin. Jiber van sedeman jî ragihandina encaman demeke direj digire, ” Çîvîroglu got.

Mutlu Çîvîroglu bo rewşa niha dibêje ku çawên hemî welatîyên Amerîka û hevdem cîhanê ser encamên 5-6 eyaletan in.

“ Encamên eyaletên biryarder ne zelal in. Jimartina dengan li eyaletên Georgia, North Carolina, Nevada, Arizona, Florida û Pensilvanya didom e. Peşwazî li van hereman di navbera berbijarê Komarî û Serokê niha Donald Trump û berbijarê Demokrat Joe Biden gelek nezî hev berdewam dike. Bi îhtîmalek mezin encamên van eyaletana ewê serokê nû yê Amerîka dîyar bike,” Çîvîroglu got.

Hevdem, Çîvîroglu balkişand ser peyvajoya dîyarkirina seroktîya Amerîka.

“ Li gor sîstema hilbijartinên Amerîka serok, ne bi hejmara gîştî ya dengên bo her yek berbijarî hatîye dayîn lê li gor hejmara delege-nûnerên Desteya Hilbijeran (Electoral College) ku her yek berbijar qezenc bike, tê eşkere kirin ku Ev ji 538 delegeyan pêk tê û bo qezenckirina seroktîyê, pêwîste yek ji berbijaran 270 delegeyan bi dest bixe da ku bibe serokê nû yê Amerîka”

Mutlu Çîvîroglu destnîşan kir ku bo zelalbûna encamên fermî yên hilbijartinên serokê nû yê Amerîka hîn zû ye û divê peyvajoya jimartina dengên li tevahîya eyaletan temam bibe ku encam werin dîyar kirin.

Hun dikarin tevahîya hevpeyvîne li ser lînka jêrin guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

OY_11_05_2020_M_Çiviroglu