Xurtkera Vaksîna Amerîkayê ya J&J

Encamên pêşîn yên lêkolînek klînîkî destnîşan dikin ku kesên ku yek-doz derzîya Johnson & Johnson COVID li xwe dane dibe ku parastinek çêtir ji derziya xurtker ya Pfizer anjî ya Moderna wergirin.

Lêkolînek ku ji alîyê Enstîtûyên Tenduristî yên Neteweyî yên Amerîkayê ve hatî kirin dibêje ku yên ku derziya Johnson & Johnson li xwe dane, piştî wergirtina derzîya xurtker ya Moderna, asta antîbodîya wan heft qat zêde bûye, û piştî wergirtina derzîya xurtker ya Pfizer jî antibodîya wan sê qat zêde bûye.

Lekolîner dibêjin yên ku derzîya duyemîn ya Johnson & Johnson li xwe dane asta antibodîya wan tenê çar qat bilind bûye.

Encamên lêkolînê hatin dîyar kirin dema ku panelek şêwirmendî ya Rêveberîya Xurek û Dermanan roja Pêncşemê dest bi civînên du rojî dike ka vaksînên xurtker yên Johnson & Johnson û moderna pêşnîyar bike an ne.

Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşîyê jixwe doza xurtker ya du dozên vaksîna Pfizer zelal kirîye bo hinek kesên bellî ku şeş meh li ser doza wan ya dawî derbas bûne.