Hest Û Helwest: Pêşbînîya Derketina Hêzên Biyanî Û Biryara Sizayên Aborî li Ser Îraqê

Piştî kuştina Qasim Silêmanî Fermandarê Sopayê Qudis Û Kesê giring di desthilata Îranê de, tevî Ebû Mehdî El Mûhendis di êrîşeka esmanî ya hêzên Amerîkî de li nêzîk firîngeha Bexda gefên Amerîka û Îranê li dij hev zêde dibin.

Herkes meraq dike, kanê dê Îranê bersivdanek çawan bide Amerîka û dê reaksyona Amerîka paşî çi be li dij Îranê.

Roja Yekşemê parlemena Îraqê bi 168 dengan biryar da û daxwaz ji hikûmetê kir ku hêzên biyanî li Îraqê nehêle, lê piştî wê biryarê Amerîka da zanîn ku eger Amerîka ji Îraqê derkeve dê ambargoya aborî bixe ser wî welatî, serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de got"ewê sizyaên aborî yên weha giran danin ser Îraqê ku tiştekî weha di jiyana xwe de ne dî be".

Roja Sêşemê grûbên çekdar yên girêdayî Îranê li Îraqê yên weke ketayîbên Hizbollaha Îraqî, Esyaîb Ehl El Heq û grûbên din civînek encam da û daxwaza avakirina eniyek berxwedana li dij Amerîka dikin.

Bernama "Hest Û Helwest" di vê bernamê de li gel mêhvanan gotûbêja alozî û pirsgirêkên li Îraqê û pêşbînîya rewşa bihê kirin, li wê herêmê û herweha bal kişande ser encamên gefên Amerîka û Îranê.

Samî Atroşî, Çavdêrê Siyasî û Endamê berê yê parlamena Îraqê got ku, ew ne di wê bawerê dane ku Amerîka ji Îraqê derkeve.

Herwiha pisporê ewlekarîya Cyber ya Înternêtê Dilşad Osman derbarê gefên Îranê yên di warê erîşên Cyber yên bi rêka Înternêtê li dij armancên Amerîkî got"Îran dikare hin hewlidanên êrîşên Cyber yên li dij armancên Amerîkî encam bide û berî niha jî kirine û encam dane".

Di bernamê de، herdu karmendên Dengê Amerîka Dexîlê Şemo û Xalid Fetah beşdarî bernamê bûn û nêrînên xwe anîn ziman.

Your browser doesn’t support HTML5

Hest Û Helwest 07 01 2020