Amerîka Sizayan li Ser Îranê Ranake Heta Pêgiriyê bi Hemî Mercan Neke

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Amerîka tekezê li ser wê yekê dike ku Îran divê pêgiriyê bi hemî berpirsiyarên xwe bike heta ku dest bi diyalogê bihê kirin û peymana navokî bihê çalaka kirin û siza li gor mercên pêgiriyê tên hilandin.

Amerîka îşaretê bi wê yekê jî dide ku gok di yarîgeha Komara Îslamî ya Îranê daye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li hember Komîta Karên Derve ya Encûmena Nûneran de "Gok di yarîgeha Îranê daye, heta ku em dizanîn kanê bi rastî dê giringiyê bi diyaloga dîplomasî bidin yan na, emê girngiyê pê bidîn." Blinken got.

Wezîrî herwiha îşaret bi wê yekê da ku Washington daxwaza Ewrupa ya beşdarîyê di diyaloga rasterast li gel Komara Îslamî ya Îranê erê kirîye,"Lê Îran heta nuha dibêje nexêr."

Blinken tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka ti sizayên li ser Îranê ranake heta ku pêgiriya derbarê hemî berpirsiyaryên rêkeftina bernamê atomî neke.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Çarşemê wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken di civata Senatoran de li hember Komîta Karên Derve li Capitol Hill li Washington a paytext hat lêpirsîn kirin û derbarê hewlesta rêvebiriya nû ya Washington li hember Îranê jî axivî.