Amerîka 345 Milyon Dolar Dişîne ji Taywan re

Amerîka 345 mîlyon dolar wek alîkariya ewlehiyê dişîne Taywanê ku ew beşeke ji pakêtek alîkariya Amerîka ye ku ev demekê dirêje Taywan li bendê ye ji bo ku alîkariya vê giravê bibe û xwe biparêze ji êrişek gumankirî ji aliyê Çînê ve.

Daxuyaniya Koşka Spî ya roja Îniyê got ku alîkariyên diçin Taywanê, dê "berevanî û karûbarên Wezareta Berevaniyê, û perwerde û rahênana leşkerî" vehewîne.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin di roja Şemiyê de li bajarê Brisbane yê Australya axivî û bal kişand ser xwezaya berevaniyê ya çek û pergalên ku di pakêtê de cih digirin û got ku divê ev yek ne weke hêrzkirin bê dîtin.

Hin raporên medyayê zaneyarî ji devê karbidestên berevaniyê yên nenas yên Amerîkî wergirtin ku dibêjin dronên MQ-9 Reaper di nav pakêta alîkariyê de hene.

Karbidestên leşkerî û îstîxbaratî yên Amerîkî dibêjin, Serokê Çînê Xi Jinping ferman daye artêşa Çînî ku amade bin ji bo êrîşekê li ser Taywan da sala 2027’an karibin wê bi Çînê ve girêbidin.


Rêvebirê CIA William Burns di komcivîna ewlehiyê ya destpêka Tîrmehê de li Aspen, Colorado, got: "Ez sivkayîyê bi biryarda Serok Xi nakim ya ji bo kontrolkirina Taywanê ji aliyê desthilata Komara Gel ya Cînî ve."

Dengê Amerîka ji bo helwest çînê û nerîna wê di derbarî vê mijarê de serî li Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê da.

Balyozê Çînê li Amerîka, Xie Feng, di heman konferansê de bi Burns re diaxivî, pesend kir ku welatê wî yekbûnek aştiyane bi Taywanê re dixwaze tevî ku wî Taywan wek cudaxwaz binav kir û got "Ya yekem û ya herî girîng divê em li ber çavan bigirin ev e ku Taywan Taywana Çînî ye".

Ji aliyê hin karbidestên Amerîkî ku desthilata Joe Biden rexne dikin, gazinên xwe diyar kirin ku ev alîkarî pir dereng maye û diba ku zûtir biçûba.

Jêder: VOA