Hejmara Pêketinên Rojane ya Korona li Amerîka Jinûve Bilind Dibe

Hejmara pêketinên vîrusa korona ya rojane li Amerîka jinûve bilind dibe.

Ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve cara pêşî di rojekê de pirtir ji 100 hezar pêketin hatin dîtin.

Li gor rapora Projeya Şopandina COVID, ku bi hevkarîya Kovara Atlantîk hatiye hazir kirin, di 4’ê Mijdarê de li seranserê Amerîka pirtir ji 100 hezar pêketinên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin.

Pisporên projeyê didin zanîn ku roja Çarşemê pirtir ji 50 hezar jiber pêketina vîrusa korona çûne nexweşxaneyê ku roja Sêşemê ew hejmar li dora 50 hezarî bûye.

Amerîka bi hejmara pêketinên vîrusa korona û mirinên ji wê vîrusê li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê pirtir ji 9,4 mîlyon kes bi vîrûsa korona ketine û 233,836 kes bi wê mirine.