Amerîkî Sala 245'an ya Serxwebûnê Pîroz Dikin

US Independence Day Celebrations

Amerîkîyan di 4’ê Tîrmehê de sala 245’an ya serxwebûna welêt pîroz kirin.

Bo pîrozbahîyan li seranserê welêt bi fîşengên esmanî merasîmên cûrbicûr li dar ketin.

Li Washington ya paytext, navenda pîrozbahîyên bi fîşengên esmanî National Mall ya qada muzeyan bû.

Serok Joe Biden û Xanime Yekê Jill Biden li Qesira Sipî mazubanîya bi qasî 1000 kesên di leşkerîyê de û di cîhên din yên girîng de kar dikin, kirin.

Li New Yorkê jî êvarî re bi 65,000 fîşengên esmanî pîrozbahî çêbû.

Li seranserê welêt hin kesan bi xwe pîrozbahîyên xwe li dar xistin ku bo wan ew kombûna pêşî ya piştî destpêka pandemîya vîrusa korona bû.

Gelek firîngeh jiber rêwîyên zêde bi dijwarîyan re rûbirû man.

Yekîtîya Otomobîlan ya Amerîkî ragihand ku li gor texmîna wan dê 43,6 mîlyon bo nas û dostên xwe re bicivin maşîneyan bikar bînin.

Rêvebirîya Serok Joe Biden plan kiribû ku heta 4’ê Tîrmehê 70 ji sedê gehiştîyên welêt bi kêmî ve vaksîneke vîrusa korona li xwe xin.

Ew rêvebirî negêhişt wê armancê, lê rêje nêzî 67,1 ji sedê bû.

Her çiqas ciwan û kesên li eyaletên di hilbijartinên Mijdarê de piştgirî dane Serokê berê Donald Trump guh nadin vaksînê jî, karbidestên saxlemîyê banga karanîna vaksînê dikin.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê hatine wergirtin.