Amerîka Îdayên Çînê Red Dike Û ji ASEAN Piştevaniyê Bo Myanmar Dixwaze

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê di civîna onlaynî ya bi wezîrên karên derve yên Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilata Asyayê (ASEAN) de, axifî.

Wezîr Antony Blinken ragihand ku Amerîka daxwazên Çînê yên deryayî yên "neqanûnî" li Deryaya Çîna Başûr red dike.

Hevdem, Blinken got ku Amerîka di gel welatên başûrê rojhilata Asyayê yên ku rûbirûyê zordarîya Çînê ne, disekine.

Blinken dîyar kir ku Amerîka di derbarê rewşa li Myanmarê xwedî 'fîkarên kûr' e û jibo bidawîkirina tundîyê û avakirina demokrasîya li wir, bang li ASEAN kir da ku tevbigerin.

ASEAN ji darbeya leşkerî ya 1'ê Sibatê vir ve, pêşengîya hewildana dîplomatîk ya li ser Myanmarê dike.

ASEAN'ê di Nîsanê de, bi serokê cuntayê Min Aung Hlaing re li ser 5 xalan lihevkirinek ava kiribû, lê seroktîya leşkerî ya Myanmar pir hindik pabendbûn nîşan daye.

Ev 5 xalên lihevkirinê bidawîkirina tundîtûjîyê, destpêka danûstandinên sîyasî û bo Myanmarê erkdarkirina nûnereke taybet, armanc dike.

Berdevikê Wezareta karên derve yê Amerîka Ned Price da zanîn ku Blinken ji ASEAN xwestîye ku li ser lihevhatinê demûdest gavan bavêje û nûnerê taybet, destnîşan bike

"Blinken serbestberdana hemî kesên ku bi neheqî li Myanmar hatine girtin û veguherîna Myanmar ya demokratîk daxwaz kir ," Price got

Çîn şîroveyên Blinken red kir, û her wiha wek bêberpirsiyarî û bi armanca provokasyona ser pirsgirêkan bi nav kir.

Çînê got ku ev nirxandin têkbirina aştî û aramîya herêmî armanc dike.