Amerîka û YE Dijî Rûsya Hevkarîyeke Nû ya Enerjîyê Radigihînin

Serokê Amerîka Joe Biden û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen li Brukselê, 25 Adar,2022.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) îro înîyê bi armanca kêmkirina hewcebûna Ewrupa bi enerjîya Rûsyayê hevkarîyeke nû ragihand.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku Amerîka wê gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) zêdetir bide YE da pêbendîya wê bi şewitên fosîl yên Rûsî kêm bike.

Biden ji rojnamevanan re got ku ew dicivin da ku hewcebûna Ewrupa ya bi enerjîya Rûsya çareser bikin.

Wî da zanîn ku ev peymana enerjîyê ya di navbera Amerîka û YE de, hem bo kêmkirina hewcebûna Ewrupa bi çavkanîyên enerjîyê yên Rûsî û hem jî jibo pêdivîya giştî ya parzemînê ya gazê pir girîng e.

Serok Biden dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin enerjîyê bo givaştin û xapandina ciranên xwe û herwiha qezencên ji firotina wê jibo domkirina şerên xwe bi kar tîne.

"Divê em piştgirîya êrîşa hovane ya Putin ya ser Ukrayna nekin."

Di çarçoveya peymanê de, Amerîka û welatên din wê îsal 15 mîlyar metrekup derfirotana gaza LNG bo Ewrupa zêde bikin.

Amerîka û YE hevdem bo pêkanîna armancên xwe yên di warê jingehê de jî hewl bidin; bi xurtkirina binesazîya gazê bi enerjîya paqij û kêmkirina metanê ku dikare germbûna cîhanî xirabtir bike.

Peymana ku di dema seredana Biden bo Brukselê de hat ragihandin rojekê piştî sê hilcivînên li wî bajarî hate îmza kirin.

Rêberên Rojavayî di wan hilcivînan de êrîşkarîya Rûsya ya ser Ukrayna şermezar kir û piştgirîyeke nû pêşkêşî Kîevê kir.