Amerîka Hizra Pirtir Alîkarîya Leşkerî bo Ukrayna Dike

Serokê Amerîka Joe Biden

Karbidestekî payebilind yê berevaniyê yê Amerîkî do Sêşemê ragihand ku rêvebirîya serok Joe Biden bo pirtir alîkarîya leşkerî ya ji Ukrayna re paketeke nû amade dike.

Wî karbidestî ragihand ku dibe ku rêvebirî di rojên pêş de alîkarîya nû ya 750 mîlyon dolarî dîyar bike.

"Alîkarîya nû ya rêvebirîya Biden nîşan dide ku Amerîka piştevanîya bo Ukrayna bi rengekî xurt bidomîne," wî bi berdewamî got.

Pêşbînî heye ku raberkirina 800 mîlyon dolar alîkarîya leşkerî ya bo Ukrayna di nava vê hefteyê temam be, ku mehek berê ji hêla Serok Biden ve hatîbû pejirandin.