Qesira Sipî: Amerîka Wê Piştgirîya bo Ukrayna Bidomîne

Qesira Sipî ragihand ku ewê piştgirîya bo Ukarayna bidomînin.

Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre ji rojnamevanan re da zanîn ku eşkere ye ku Ukrayna bo axa xwe ji destê Rûsya rizgar bike pir li ber xwe dide.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê îstixbaratên pêbawer dide zanîn ku Ukrayna di rojên dawî de li hin herêmên şer dijî hêzên Rûs bi ser dikeve.

Jean-Pierre diyar kir ku ewê li bendê bin ku Ukrayna rewişa operasyonên xwe ragihîne.

Wê da zanîn ku Ukrayna dijî êrîşvanîya Rûsya berevanîya demokrasîya xwe dike û ewê piştgirîya bo Kîevê bidomînin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Welatên Rojava dijî Moskowê, piştgirîya Kîevê dikin.