Amerîka Piştî Êrîşên Tirkîyê Banga Kêmkirina Girjîyê Dike

Wezareta Derve ya Amerîka ser girjîya li Tirkîye, Sûrîye û Îraqê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku divê girjîya li Sûrîye û Îraqê were kêm kirin.

Price ser kuştina sîvîlên li Sûrîye û Tirkîyê sersaxî xwest û got ku bo berevanîya sîvîlan û têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) divê girjîya li Sûrîyê kêm bibe.

Wî da zanîn ku ew bo Îraqê jî li hember hemî çalakîyên leşkerî disekinin ku zararê didin serwerîya wî welatî.

Berî Wezareta Derve ya Amerîka, Pentagonê jî bi daxuyanîyekê bal kişandibû ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî dibîne, lê Amerîka dibêje ew yekîneya pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de aktoreke girîng e.