Şîretvanên Amerîka û Tirkîyê Ser Girjîya Rûsya û Ukrayna Axifîn

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Amerîka û Tirkîyê ser girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de axifîne.

Reutersê dîyar kir ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan serşîretvanê serokomarê Tirkîyê Îbrahîm Kalin ser ‘’pûçkirina êrîşvanîya Rûsya’’ danûstandin kirine.

Medya dewletê ya Tirkîyê da zanîn ku Îbrahîm Kalin ji Sullivan re gotiye ku Enqere dê bo çareserkirina kêşeya Ukrayna hemî piştgirîyan bide.

Kalin daye zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê Pêncşemê serdana Ukrayna bike û ew serdan dê kêrî çareserîya dîplomatîk were.

Tirkîyê di meha Mijdarê de navbeynkarî pêşnîyaz kiribû.

Jêderên dîplomatîk dibêjin ku hem Rûsya hem jî Ukrayna bi awayekî erênî li navbenykarîya Tirkîyê dinêrin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Sêşemê dîyar kir ku Amerîka û hevbendên wê guh nadin fikarên wan yên ser ewlekarîyê û îdia kir ku ew dixwazin Moskowê gêrî nav şer bikin.

Sullivan û Kalin ser normalkirina peywendîyên Ermenistan û Tirkîyê jî peyivîn.

Amerîka û Tirkîyê di NATO de hevbend in, lê peywendîyên wan ew demek e jiber ku Tirkîyê ji Rûsya S-400 kirîbûn sar bûbûn.

Sîyasetên her du dewletan li Sûrîyê û li rojhilata Derya Sipî jî dijî hevdu ne û ew jî dike ku girjîya di navbera wan de gurtir bibe.