Wezareta Derve ya Amerîka bang li Tirkîyê kir ku dijî Efrînê operasyonê li dar nexîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, di preskonferansa rojane de, ser pirseke derbarê operasyona Efrînê de got ku ‘’Elbet ez nizanim ewê operasyon li dar keve yan na. Em bang li Tirkan dikin ku gaveke wisa neavêjin’’
Nauert da zanîn ku ew dixwazin ku bala herkesî li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) be.
Ji Nauert’ê nîqaşên ser hêza sînor ya li Sûrîyê jî hat pirsin. Nauert gotinên Wezîrê Derve yê Amerîka bi bîr xist û dîyar kir ku li Sûrîyê armanca wan ya sereke têkoşîna bi DAIŞ’ê re ye û hêza ku tê ava kirin bo ewlekarîya navxweyî ye û Amerîka jî di nav de ye.
‘’Em bi ti awayî hêzên ewlekarîya sînor çênakin. Em çi dikin me ji Tirkan re got. Em hewil didin ku hêzên herêmî li cîhên ku ji DAIŞ’ê hatine paqji kirin erka ewlekarîyê bikin. Me tenê perwerde zêde kir û bi vî awayî rê li ber rotayên revînê yên çekdarên DAIŞ’ê tê girtin’’ Nauert got.