Wezareta Dadê ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku ew bi hevalbendên xwe yên Ewrupî û dozgerên li Ukrayna re dixebitin, bo lêpirsîna tawanên şer yên potansîyel piştî dagirkirina Rûsya.
Wezîrê Dadê Merrick Garland îro dîyar kir ku dozgerên Amerîkî li seranserê cîhanê dixebitin da ku di derbarê bûyerên metirsîdar yên liUkrayna de, delîl û agahîyan berhev bikin.
"Jibo ku em delîl û agahîyan ser hovîtîyên ku me hemîyan di wêne û dîmenên vîdyoyê de dîtine, berhev bikin," Garland got.
Garland bi taybet bal kişand ser wêne û vîdyoyên ji Bucha, ku li wir rojnamevanên Associated Press bûne şahidê delîlên kuştin, êşkence û termên şewitandî.
Lê, Garland dadgeheke ku wek bo darizandina rêberên Nazîyan hatibû damezrandin destnîşan nekir, ya ku piştî Şerê Duyê Cîhanê hatibû ava kirin.
Wî got ku dozgerek Amerîkî li Parîsê bi dozgerê Fransî yê tawanên şer re civîneke kiriye û parêzerên wezareta Dadê yên din bi dozgerên li Ewrupa re hevdîtin pêk anîne; bi armanca ku ser planeke bo berhevkirina delîlan li Ukrayna de bixebitin.