Amerîka Dixwaze Komeke Serbixwe ya NY'ê Îdiayên Karanîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Vekole

Balyoza Amerîka li NY'ê Nikki Haley

Serokê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) Gustavo Mesa-Cuadra, ku balyozê Peru ye, ji rojnamevanan re dîyar kir ku pispor ser karanîna çekên kîmyayî li Sûrîyê bernivîseke biryarê çêdikin.

Mesa-Cuadra dîyar kir ku endamên civatê jî ser îdiayên karanîna çekên kîmyayî li Dûma danûstandinan dikin û dê komîsyoneke serbixwe wan îdiayan vekole.

Li gor agahîyên ku dîplomatan dane AFP’ê, Amerîka dixwaze bo bernivîsa ku amade kiriye îro Sêşemê dengdan çêbe.

Amerîka di bernivîsê de karanîna çekên kîmyayî şermezar dike û dixwaze ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bo vekolîna karanîna çekên kîmyayî li Sûrîyê komeke serbixwe were erkdar kirin.

Balyozê Rûsya li NY’ê Vasili Nebenzia dabû zanîn ku bernivîsa Amerîka ewê ‘’rewşa Sûrîyê xirabtir bike’’ û dijî wê bertek nîşan dabû.

Rûsya li CENY’ê heta niha 11 bernivîsên ser Sûrîyê veto kirin.