Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê bang li berpirsên Sudanê kir ku dest bi danûstandinan bikin.
Wezaretê ji Konseya Leşkerî xwest ku tundûtûjîyê bi dawî bike û bo hikûmeta demkî ya bi pêşengîya sivîlan dest bi xebatan bike.
Di daxuyanîyê de tundûtûjîyê li Sudanê hat şermezar kirin û bo malbatên kuştîyan sersaxî hat xwestin.
Ajansa nûçeyen ya Reutersê ji zarê karbidestên saxlemîyê ragihandibû ku roja Duşemê di êrîşa li Xartumê de 61 kes hatine kuştin.