Amerîka Ser Êrîşek Nû ya Dijî Ukrayna Hişyarî Dide Rûsyayê

Wezîrê karên derve yê Amerîkî Antony Blinken

Amerîka îro Sêşemê ser rewşa aloz ya Rûsya û Ukraynayê hişyarî da û got ku ewê jibo her êrîşek nû ya Rûsyayê "encamên cidî" hebin.

Ev ragihandina Amerîkayê dema ku hevalbendîya leşkerî ya welatên rojava NATO dicivya da ku nêta Moskowê ya ser komkirina leşkeran li ser sînorê bi Ukraynayê re nrîqaş bike, pêk hat.

Wezîrê karên derve yê Amerîkî Antony Blinken wê 29 hevtayên xwe yên NATO'yê di derbarê agahdarîyên îstixbarata Amerîkî yên ser rewşa li Ukrayna, ku ne endam e, agahdar bikira.

Di preskonfêranseke ya li Latvîya berîya civînê, Blinken hişyarîya tevgerên "neasayî" yên leşkerên Rûsyayê da.

"Her kiryareke zêdekirina alozîyê ya ji hêla Rûsyayê ve, ewê wek Latvîya bo Amerîkayê jî bibe sedema fîkarekî mezin û her êrîşeke nû dê bibe sedema encamên cidî," Blinken got.

Îsal bo du caran zêdekirina hebûna leşkerên Rûsî ya li ser sînorên Ukraynayê, Rojava kir nava fîkaran.

Karbidestên rojavayî dibêjin ku di Gulanê de, hejmara leşkerên rûsî ya li wir giheştîya 100.000 kesan, ya ku ji dema dagirkirina Kirimê ya Rûsyayê ya di 2014an de, hejmara herî mezin e.

Moskow îdayên Ukraynayê yên ku ew xwe jibo êrîşekê amade dike, red dike û dibêje ku ew tu kesî tehdît nake û ew mafê xwe yê bicihkirina leşkeran wekî ku bixwaze, bi kar tîne.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg beriya civîna NATo'yê got ku nêta Rûsyayê ne dîyar e.