Amerîka Dijî Pişesazîya Teknolojîya Rûsya Toleyên Nû Radigihîne

Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen

Amerîka jiber dagîrkirina Rûsya ya Ukrayna, îro Pêncşemê dijî kes û sazîyên pişesazîya teknolojîyê ya Rûsya toleyên nû ragihandin.

Wezareta Xezîne ya Amerîka bi daxuyanîyeke dîyar kir ku wê dijî 21 sazî û 13 kesan toleyên nû ragihandine.

Di nav wan de kompanîya Joint Stock Company Mikron jî heye ku kompanîya herî mezin ya çêkirin û derfirotina berhemên mîkro elektronîk û çîpan e.

Wezîra Xezîne ya Amerîka Janet Yellen got ku biryara nû herwiha aktorên xirab yên sîberî jî kirine armanc.

"Emê ji her alî ve armanckirina meşîna şer ya Putin bi toleyan bidomînin, heya ku ev şerê bijarte yê bêwate bi dawî bibe," Yellen got.

Amerîka bi toleyên dijî pişesazîya teknolojîya Rûsî armanc dike ku Moskow ji toleyan reneve û toleyên Rojavayî bi bandor werin xebitandin ku Rûsya dawî li dagirkirina Ukrayna bîne.