Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku wan bi awayekî nivîskî bersîva daxwazên Rûsya yên ser garantîyên ewlekarîyê daye.
Bersîva Washingtonê, bi destê Balyozê Amerîka yê li Moskowê John Sullivan ji Wezareta Derve ya Rûsya re hat şandin.
Blinken bi preskonferanseke li Wezareta Derve dîyar kir ku ew dikarin bi Rûsya re ser kontrolkirina çekan, zelalî û îstiqrarê danûstandinê bikin.
Wî dîyar kir ku ewê Amerîka ser derîyê vekirî yê NATO helwesta xwe neguherîne.
Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken da zanîn ku Rûsya xwestiye ku beşdarîya Ukrayna ya bo NATO were qedexe kirin, lê dîyar kir ku ewê bi ti awayî rê nedin wê daxwazê.
Bi vî awayî Amerîka, daxwaza Rûsya ya ser qedexekirina NATO bo Ukrayna û vekişandina hêzên NATO yên li rojhilata Ewrupa red kir.
Washingtonê ji Moskowê xwest ku ew bala xwe bidin ser kontrolkirina çekan û çêkirina bawerîya dualî.
Blinken dîyar kir ku Amerîka bo dîyalogê hazir e û da zanîn ku dora bersîvê ya Moskowê ye.
Wî bi berdewamî da zanîn ku Balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê dê vekirî bimîne, lê ji welatîyên Amerîkî xwest ku ser derketina ji Ukrayna bifikirin.