Amerîka: Ger Were Piştrast Kirin ku Welatîyên Tirk PKK'ê Kuştine Emê Wê bi Tundî Şermezar Bikin

Wezareta Derve ya Amerîka ser kuştina 13 hemwelatîyên Tirk yên li Garê ya li bakurê Îraqê daxuyanîyek belav kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku ew jiber kuştina hemwelatîyên Tirk yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê xemgîn bûne.

Price bo malbatên kuştîyan sersaxî xwest û dîyar kir ku ew ligel Tirkîyê ne.

Wî da zanîn ku ger nûçeyên didin zanîn ku welatîyên Tirk ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ve hatine kuştin werin piştrast kirin ewê wê rêxistinê bi awayê herî tund şermezar bikin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar do Yekşemê dîyar kiribû ku ew li şikefteke li Garê li 13 termên hemwelatîyên xwe rast hatine.

Li gor nûçeyên di medya Tirkîyê de, ji wan 13 welatîyan 9 polîs in û 2 jî endamên îstixbarata wî welatî ne ku ew di dem û cîyên cuda de ji alîyê PKK’ê ve dîl hatibûn girtin.