Hêzên Amerîkî yên li Polonya Girêdayî Girjîya li Ukraynayê Amadekarîyê Dikin

Hêzên Amerîkî yên li Polonyayê

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Çarşemê ragihand ku hêzên Amerîkî yên li Polonyayê xwe amade dikin da ku alîkarîya Amerîkî yên ku dibe ji Ukrayna birevin, bikin; ger Rûsya êrîşê wî welatî bike.

Reutersê ev agahî ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand.

Heman karbidestan dan zanîn ku leşker dê nekevin nava axa

Ukraynayê da ku hemwelatîyên Amerîkî derxînin, lê heke pêwîst bike wê navendên demkî li hindurê Polonyayê ava bikin.

Karbidestan got ku ev plan ji hêla Qesra Sipî ve hatiye pejirandin û beşek ji plansaziyek hişmendîyê ye.

Pejirandin cara yekê ji hêla rojnameya Wall Street Journal ve hatibû ragihandin.

Karbidestekî Qesra Sipî ragihand ku Amerîka plana derxistina girseyî ya hemwelatîyên Amerîkî ji Ukraynayê nake.

"Em bi berdewamî geşedanên ser rewşa ewlekarîyê dinirxînin û bo cûrbecûr bûyeran plansazîyan dikin, wekî ku em her gav dikin," karbidest got.

Serok Joe Biden vê hefteyê gotibû ku wê aqilmend be ku Amerîkî ji Ukraynayê derkevin.

Berevajî derxistina tevlîhev ya hemwelatî yên Amerîkî ji Afganîstanê ya sala borî, karbidest dibêjin ku divê mirov karibin ji Ukraynayê bi meşînên ser erdê biçin Polonyayê.

Pentagonê dîyar kiribû ku nêzî 1,700 hêzên leşkerî, bi piranî ji Beşa 82' ya Esmanî, ya Fort Bragg, li eyaleta Nort Carolina li Polonyayê têne bi cîh kirin.

Rûsya planên dagirkirina Ukraynayê red dike , lê zêdetirî 100.000 leşker li nêzî sînorên Ukraynayê bi cih kiriye.

Hevdem, Rûsya dibêje ku heke daxwazên wê yên ewlehîyê neyên bi cîh kirin, dibe ku çalakîyeke leşkerî ya nedîyar bike.

Herwiha, ew dibêje ku NATO sozê bide ku wê ti carî Ukraynayê neke endam.

Lê, Amerîka û NATO'ya bi 30 welatên endam dibêjin daxwazên Rûsyayê nabe ku werin qebûl kirin.