Amerîka Ser Peymana Navokî Dest bi Qonaxeke Nû Dike

Amerîka ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza ser ragihandina toleyên nû yên dijî Îranê vekişand.

Washingtonê di dema rêvebirîya Serokê berê Donald Trump de, dîyar kiribû ku Îran berpirsîyên peymana navokî binpê dike û ji wê yekîtîyê xwestibû ku hemî toleyên dijî Tehranê jinûve ragihîne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku karbidestên Amerîkî, NY bi nameyekê ser vekişandina daxwazê agahdar kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî gotibû ku Biden hazir e ku bo vegera li ser peymana navokî bi Îranê re dest bi dîyalogê bike.

Rêvebirîya Trump, Amerîka di sala 2018'an de ji peymana navokî vekişandibû.

Wê rêvebirîyê di Tebaxa 2020'an de serî li Civata Ewlekarî ya NY kiribû ku toleyên dijî Îranê jinûve ragihîne.