Amerîka Programa Wergirtina Penaberên Îraqî Jinûve Vedike

Wezareta Derve ya Amerîka îro Çarşemê bi daxûyanîyeke ragihand ku bernameyeke penaberan ya bo welatîyên Îraqê, jinûve hatiye vekirin.

Berdevikê wezaretê Ned Price da zanîn ku wan fîkarên xwe yên di derbarê bernameyê de çareser kirine."

Price dîyar kir ku wezareta derve wê piştrast bike ku tenê Îraqîyên dirust û jêhatî bo penebarîyê werin nirxandin.

"Amerîka pabend e ku bo kesên ku ewlehîya xwe bo berjewendîyên me yên kolektîf kirine qurban, wê derfet hebe ku bo mafê rûniştinê serîlêdanê li Amerîka bixin."

Price bi berdewamî da zanîn ku di nava wan kesan de Îraqîyên ku di gel leşkerên Amerîkî xizmet kirine jî hene.

Ev bernama ev zêdeyî saleke bû ku jiber lêpirsîneke saxtekarîyê, hatibû rawestandin; piştî ku bi tawanbarîya sextekarî, diziya qeydan û şûştina pereyan dijî sê welatîyên bîyanî dozek hatibû vekirin.

Li gor belgeyên wezareta Derve di dozê tê îda kirin ku saxtekarî ji Sibata 2016'an heya Nîsana 2019'an berdewam kiriye û lêpirsîn di Sibata 2019'an de destpê kiriye.

Zêdeyî 40 hezar serîlêdanên bo pirtirî 104 hezar kesan, dema ku lêpirsîn di Rêbendana 2021'an de hate dîyar kirin, hatin rawestandin.

Lêpirsînerên Amerîkî guman dikirin ku nêzî 4 hezar Îraqî bi belgeyên sexte jibo niştecîhbûna penaberîyê serîlêdan kirine.

Bername armanc dike ku Îraqîyên ku jiber xebata jbo hikûmeta Amerîkî di xeterîyê de ne, pêyvajoya niştecihbûna li Amerîkî were lez kirin.