Balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê Îro Duşemê Vedibe

Balyozxaneya Amerîka ya li Orşelîmê, ku ji Telavîvê hatibû veguhastin, li ber e ku îro Duşemê vebe.

Filistînî amadekarîyên protestoyên berfireh dikin û li alîyê Îsraîlê jî pîrozbahî li dar dikevin.

Şandeya ku Wezîrê Darayî yê Amerîka Steven Mnuchin pêşengîya wê dike do Yekşemê giheşt Îsraîlê.

Li ber e ku keça Serok Trump, Ivanka Trump û mêrê wî Jared Kushner jî beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bibin.

Bo ewlekarîya merasîmê bi qasî 1000 polîs li dora avahîya balyozxaneyê bi cîh bûne.