Wezîrên derve yên NATO'yê îro Înîyê ser alozîya bi Rûsyayê ya jiber bicîhkirina hêzên wê li ser sînorê Ukraynayê civîneke onlaynî kirin.
Erka Amerîka ya li NATO'yê piştî civînê ser Twitterê ragihand ku 30 hevalbendên NATO'yê dijî operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê yekgirtî ne.
"Wezîrên derve yên tevahîya welatên NATO'yê di rûniştina awarte ya îro de ser bersivdayîna êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê, yekîtîya me dubare kirin," erka Amerîka got.
Wê bi berdewamî da zanîn ku berîya civîna Konseya NATO û Rûsyayê wezîran bal kişandiye ser pêwîstîya dîplomasî, dîyalog û kêmkirina alozîyê.
Karbidestên Rusyayê û yên NATO' yê wê Çarşemê ya pêş li avahîya navendî ya hevalbendîyê ya li Bruksel, Belçîkayê bicivin.