AFP’ê ragihand ku Amerîka û Koreya Başûr tev dest bi hîndarîyeke hevbeş dikin. Bi deh hezaran leşker û bi qasî 230 firokên leşkerî dê beşdarî hîndarîyê bibin.
Tetbîqata Amerîka û Koreya Başûr dê li herêma Pasîfîk 5 roj bidome.
Koreya Bakur ragihandibû ku tetbîqata Koreya Başûr û Amerîka ‘’provokasyoneke berfireh û eşkere ye’’
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Donald Trump, H.R. McMaster dîyar kiribû îhtîmala cengeke bi Koreya Bakur re roj bi roj zêdetir dibe.
Koreya Bakur herî dawî Çarşema borî muşekeke menzîldirêj ceribandibû. Rejîma Pyongyangê dîyar kiribû ku muşeka Hwasong-15 navparzemînî ye û digihêje hemî axa Amerîka.
Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jiber ku Koreya Bakur qedexeya ceribandina navokî binpê kiribû dijî wê tole ragihandibû.