Amerîka Hîn li Benda Dîyarbûna Encamên Hilbijartinê Ye

Avahîya Kongresa Amerîka

Encamên hilbijartinên nîvdemî yên Kongresa Amerîka îro Pencşemê hîn jî bi tevahî zelal nebûne.

Partîya Komarî îro nêzîktir bûyê ku piranîya li Civata Nûneran bi dest bixe û kontrolkirina Civata Senatoran girêdayî pêşbazîyên berdewam yên li sê eyaletan: Arizona, Georgia û Nevada ye ku jimartina dengan hîn jî didomin.

Li gor encaman heta niha, Partîya Komarî 49 û Partîya Demokrat jî 48 kursîyên Civata Senatoran qezenc kirine.

Tê pêşbînî kirin ku li eyaleta Georgia hilbijartin werin derbazî qonaxa duyê ku wek run-off election tê zanîn jiber ku ti berbijar nekarîye pirtir ji % 50 dengan wergire.

Encam nîşan didin ku Partîya Komarî herî kêm 210 kursîyên li Civata Nûneran qezenc kirine, lê bo bidestxistina piranîyê divê herî kêm 8 kursîyên din qezenc bike.

Encamên kêşbirkeya jibo 33 kursîyên li Civata Nûneran jî hîn nezal in ku wê dîyar bike ku kîjan partî wê kontrola wê civatê bi dest bixe.

Çavder bal dikşînin ku partîya desthilatdar di hilbijartinên nivdemî yên serokekî de bi gelemperî rastî hindanbûnên mezin tê .

Ew dibêjin ku encamên 8’ê Mijdarê xuya dikin ku hilbijer jiber enflasyona herî bilind ya 40 salan, Serok Biden didin ceza kir, lê ew hevdem didin zanîn ku serketina çaverêkirî ya Partîya Komarî jî pêk nehat ku wek "pêla sor" dihat bi nav kirin.

Li gor pisporan, encamên hilbijartinên nivdemî destnîşan dikin ku dengdêr dijî hewildanên Partîya Komarî yên bo qedexekirina mafê jiberxerbirinê ya jinan in û herwiha ew hemberî avakirina gumanên ser pêyvajoya jimartina dengan ya Amerîka jî disekinin.

Ger Partîya Komarî piranîya li Civata Nûneran bi ferqeke pir hindik qezenc bike jî, ew yek bihêle ku Komarî ser heyama mayî ya Biden bi bandor bin ku pêşîgirtina mafê jinan ya berbirina zarokan (kurtaj) û bi lêpirsînên ser rêvebirî û malbata wî hinek ji wan mijaran in.

Serok Biden ku îro bo Hilcivîna Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP27) diçe Misrê, do Çarşemê ev rastî qebûl kir û got ku ew amade ye ku bi Komarîyan re bixebite.

Qesra Sipî got ku Biden bi telefonê bi serokê Civata Partîya Komarî, Kevin McCarthy re axifîye ku nîyeta xwe ya bo seroktîya Civata Nûneran ragihandibû.

Ji alîyê din ve, kontrolkirina Civata Senatoran hevdem wê hêzê bide Komarîyan ku berbijarên Biden yên jibo postên dadwerî û revebirî asteng bikin.

Serokê berê Donald Trump ku di destnîşan kirina berbijarên Partîya Komarî de roleke bir çalak listibû, encamên tevlîhev bi dest xist.

Trump, bi qezenckirina nivîskarê navdar J.D. Vance li eyaleta Ohio serketinek bi dest xist ku kursîyekeke girîng ya Civata Senatoran de destê Komarîyan de ma.

Lê, çend berbijarên din yên bi piştgirîya Trump yên wek doktorê navdar Mehmet Oz, ku li eyaleta Pennsylvania pêşbazîya endamtîya Civata Senatoran hinda kir.

Walîyê Komarî yê eyaleta Florida Ron DeSantis jî bi ferqeke qasî 20 puanan jinûve hate hilbijartin, ku çavder dibêjin ew dikare di 2024’an de bo berbijarîya seroktî ya Partîya Komarî bi Trump re pêşbazîyê bike.

Hejayê gotinê ye ku dengderên Amerîkî di 8’ê Mijdarê de bo bijartina tevahîya 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 endamên Civata Senatoran û herwiha walîyên 36 eyaletan çûn ser sindoqan.